Li Entalyayê 11 endamê Hîzb-ut Tahrîr hatin tewqîfkirin
Ji 14 endamên Hîzb-ut Tahrîrê yên ku di wan rojên borî de li Entalyayê hatibûn binçavkirin tevde 11 kes ji teref mahkemê ve hatin tewqîfkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Hakimtîya Cezaya Sulhê ya 2yemîn a Entalyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; 11 kesên bi navê Abdussamet Dönmez, Alaattin Dönmez, Cenap Karadaş, Devran Malgir, Erhan Memi, Güray Dursun, İbrahim Güler, Limar Osmanov, Osman Osmanov, Şiyar Yaman û Tayfun Kocabaş bi hinceta “damezrandina rêxistina terorê ya çekdar û îdare kirina rêxistinê, endambûna rêxistina terorê ya çekdar” hatin tewqîfkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Mustafa Kocamanbaşê Parêzerê kesên girtî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Parêzer Kocamanbaş derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ê sibe ji qerara tewqîfkirinê îtîraz bikin.(ÎLKHA)
Düzeltme, 13 kişi mahkemeye çıkmış 11 kişi tutuklanmıştır, diğerleri savcılıktan bırakıldı.