• DOLAR 32.392
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2394.384
  • ...
Encûmena Wezîran di serokatîya Mesûr Barzanî de civîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di destpêkê de, Serokê Encûmena Wezîran amaje bi wê da ku mixabin heta niha hejmara pêketî û canjidestdana bi sedema Koronayê li Herêma Kurdistanê di zêdebûnê de ye, ji ber wê daxwaz ji hemû dezgeh û fermangehên Hikûmeta Herêmê Kurdistanê dikim ku pabendî hemû rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyê bin. Daxwazi ji welatiyan dikim jî, xwe biparêzin.

Herwiha Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê serxweşî li xelk û malbata Mêrê Kuwêtê kir, ji ber koça dawiyê ya Mêrê Kuwêtê Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Subah ku pêwendiyeke wî ya dostane ligel Herêma Kurdistanê hebû.

Encûmena Wezîran tekezî li parastina armaniya rewşa Iraqê û herwiha girîngiya parastina ewlehiya balyozxane û nivîsgeh û şandeyên dîplomasî li Bexdayê kir, çunkû têkçûna rewşa Iraqê ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê bi giştî de ye.

Pişt re, her yek ji Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Danûstandinan Xalid Şiwanî raportên xwe derbarê destpêkirina danûstandinan ligel hikûmeta federalî li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin, ku ji aliyê Komîteya Danûstandinan ve hatibû amadekirin. Encûmena Wezîran nexşerê, plan û rasperdeyên pêşniyarkirî pesend kirin û komîteyek jî raspard ji bo destpêkirin û cibicîkirin û berdewamîdana bi hewlên berê yên di vê dosyê de û serdankirina desthilatên federalî yên li Bexdayê di nêzîktirîn derfet de û karkirina cidî ji bo cibicîkirina madeya 140 a destûrê, ku babeta xak û ew navçeyên nakokî li ser in, karê pêşîne ya vê kabîneyê ye û cihê bayix û girîngiya Herêma Kurdistanê ye û babetên helpesartî yên di navbera Herêm û Bexdayê de, tenê ne di warê budce û enerjiyê de ne.

Di dawiyê de, Sekretêrê Encûmena Wezîran Dr. Amanc Rehîm di çarçoveya raportekê de, amaje bi hejmar û datayên pêwîst, zelalkirneke yasayî û darayî derbarê mûçe di kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir. Tê de hatiye tekezkirin ku mûçe û şayisteyên darayî bi yasa mafê mûçexwaran e û Encûmena Wezîran dabînkirina destkeftên darayî yên mûçexwaran ji karên wê yên sereke ye. Encûmena Wezîran daxwaz ji Hikûmeta Fedral dike, bilez beşê bûdceya Herêmê xerc bike, ta ku di nêzîktirîn dem ligel dahatên navxwe yên Herêmê mûçe were dabeşkirin. Di heman demê de Encûmena Wezîran pêşniyara Wezareta Darayî û Abûrî pejirand, bo zêdekirina temwîla mûçeyê bê ji %79 bo %82 û kêmkirina rêjeya ragIrtina temwîlê %21 bo %18.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir