• DOLAR 32.971
  • EURO 35.3
  • ALTIN 2465.864
  • ...
“Divê ji kesên feqîr û bi destheqê kêmtirîn dixebitin heqê xaz û ceyranê neyê standin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ji bo ev barê giran a li ser milên xerîdar, hilberîner, karker, cotkar, dikandar û civakê bê sivikkirin heta niha tu gav nehatin avêtin”

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li gorî daneyên TUÎKê di salekê de heqê ceyranê ji sedî 32.3 û heqê xazê jî ji sedî 34,7 zêde bû û dû re wiha daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev zamên ku tên kirin, 4-5 qetê wê zama ku li maaşên memur, karker û kesên teqawîdbûyî ne hatiye kirine. Dîsa ev zamên ku li xaz û ceyranê tên kirin bi bihabûn û enflasyonê ji xerîdaran tê standin. Xaz û ceyran ji bo sanayî, zireat û sektora hilberînê pêwîst e ku ji alîyekî heqê wan zêde dibe û ji alîyê din ve jî ev yek dibe sedem ku hilberîn û îstîhdam kêm bibe. Ji bo ev barê giran a li ser milên xerîdar, hilberîner, karker, cotkar, dikandar û civakê bê sivikkirin heta niha tu gav nehatin avêtin.”

“Pergala îqtîsadî ya li Tirkîyê  kesên dewlemend dewlemendtir û kesên feqîr jî feqîrtir dike”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe  rexneyên tund li pergala îqtîsadê ya li Tirkîyê kir û got: “Mesrefên hilberînan zêdetir bû û ji bo kesên feqîr şert û mercên jiyanê bi zehmettir bû. Pergala îqtîsadî ya li Tirkîyê  kesên dewlemend dewlemendtir û kesên feqîr jî feqîrtir dike.Ji bo pêşîya vê bêedaletîyê bê girtin divê hinek guhartin û xebat bên kirin.Divê ji niha be tevdîr bên standin da ku heqê xurek û erzaqê zêdetir nebe. Divê ji wan kesên feqîr û bi destheqê kêmtirîn dixebitin heqê xaz û ceyranê neyê standin û ew ji bacê muaf bên girtin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir