Li Kilîsê wesayîta leşkerî qulibî: 16 birîndar
Li Kilîsê wesayîteke leşkerî qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 16 kes birîndar bûn.
Qeza liser xeta sînora Sûrîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 11 kesên ku bi rêyên xeyrî qanûnî derbasî Tirkîyê bûn hatin girtin û dema ku leşker wanan dibirin qereqolê wesayît qeza kir.
D encama qezaya ku pêk hat de 5 jê leşker tevde 16 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)