Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 23 milyon û 692 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 23 milyon û 692 hezar û 401 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 4 milyon û 395 hezar û 907 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 982 hezar û 196 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 32 milyon û 111 hezar û 493 kesan.(ÎLKHA)