Henîyye: Yekbûna komên berxwedanê dê projeya rejîma îşxalê ya siyonistan hilweşîne
Serokê Buroya Siyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye derheqê yekbûna komên berxwedanê yên Filistînê de daxuyanîyek belav kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref ofîsa çapemenîyê ya Henîyye ve hatiye belavkirin, Henîyye li Beyrûda paytexta Libnanê bi lijneya Filistînî re hatiye bal hev û di hevdîtina ku hatiye kirin de bal hatin kişandin li ser ehemîyeta yekîtîya komên berxwedanê.
Li gorî daxuyanîyê Henîyye destnîşan kiriye, ji bo projeya siyonistên îşxalker bê hilweşandin yekîtîya komên berxwedanê pir muhîm e.(ÎLKHA)