• DOLAR 32.511
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2497.501
  • ...
Şeşo: “PKK dixwaze Şingal aramiyê nebîne û berdewam alozî û êrîş li ser Şingalê hebin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şeşo di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, sedema problem û alozîyên li Şingalê PKK ye û dû te wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Berdewam êrîş tên ser Şingalê û destdirêjî li Kurdên Êzdî tê kirin û hertim pirsgirêk ji wan re derdikevin, ku ev jî pilaneke PKK ye li dijî Êzdiyan, ji bo ku rewşa Şingalê her aloz be û Şingal nebe beşek ji Kurdistanê.”

“PKK dixwaze Şingal aramiyê nebîne û berdewam alozî û êrîş li ser Şingalê hebin”

Qasim Şeşo di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Şevê din careke din li Şingalê balafiran li otomobîleke PKK dan û ew otomobîl şikandin, lê ziyanên canî derneketin.” Dû re wiha got: “PKK dixwaze Şingal aramiyê nebîne û berdewam alozî û êrîş li ser Şingalê hebin û ji bo ku Şingal nebe beşek ji Kurdistanê, lê Kurdên Êzdî hertim Kurd bûne û xwe wek perçeyek ji Herêma Kurdistanê dibînin û PKK nikare wan û Kurdistanê jihev cuda bike.”

“Tişta ku PKK dike, pilaneke li dijî Kurdên Êzdî”

Şeşo di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: “Tişta ku PKK dike, pilaneke li dijî Kurdên Êzdî. Hikûmeta Iraqê jî alîkariya wan neke, nikarin bi kêfa xwewan karan bikin. Lê ew yek ji PKKê re naçe serî û divê ji Şingalê derkevin, ji ber ku xelkê Şingalê qet bi wan razî nabin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir