• DOLAR 32.593
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2456.414
  • ...
Barzanî di salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî a Kurdistanê de peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di peyama ku weşand de  bi helkefta derbasbûna pêncih sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê kir.

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir: “Ji bo rola bilinda mamostayên olî ya li qonaxên cûda cûdayên jiyana gelê me ya çi li rûyê belavkirina bîr û raya Xwedênasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û her wiha rûbirûbûna hizra tundî û înkarkirinê ya li nav xelkê Kurdistanê da rûmeta me heye. Ji bilî wan jî rola mamostayan û zanayên mezina Kurdê ola îslamê li pêşxistina hizra neteweyî û niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkariya li dîroka gelê me da ber bi çav û diyare û li vê rêyê da qurbaniyê jî daye.”

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir: “Herdem li hemû qonax û gefan de wê çaverêyiyê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û rihspiyên olî yên Kurdistanê heye ku li rola xwe ya pîroz ya ji bo hişyarkirina civak û belavkirina çanda mirovayetiyê û nermî û kûrtirkirina hestên niştimanperweriyê berdewam bin.Li vê bîranînê de li erk û karên wan da hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dixwazim ku li jiyan û çarenivîsa gelê me da li erk û karê pîroz û bi bandorin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir