• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Îranê mirinên ji ber Coronavîrusê derket 24 hezar û 478 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 177 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 24 hezar û 478 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 24 hezar û 478an û bi pêketina 3 hezar û 341 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 425 hezar û 481 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 177 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 24 hezar û 177 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  425  hezar û  44813  kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir