• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 913yan û bi pêketina 2 hezar û 313 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 397 hezar û 801 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 115 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 913 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  397  hezar û  913  kesî.Heta niha 342 hezar û 539 kesên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûn.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir