• DOLAR 32.571
  • EURO 35.047
  • ALTIN 2427.984
  • ...
Di dîroka Tirkîyê de rûreşîyek: Darbeya leşkerî ya 12ê Îlona sala 1980î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji roja ku Komareya Tirkîyê hat damezrandin vir ve xelk her tim ji teref hinek alîyan ve wek dijmin hat hesibandin û zext û zordarî li bawerî û nirxên xelkê hat kirin û bi qetlîaman hat xwestin ku xelk tabiê li wan hinek kesan bibin. Li vî welatî bi damezrandina komarê hat xwestin ku jiyana xerbî bê hakimkirin ku ji bo vê yekê piştî damezrandina komarê darbeya ewil di 12ê Îlona sala 1980î de hat kirin. Di bin navê şoreş û înqilabê de darbe li ser darbê li gelê Misliman hat xistin.Ji komarê vir ve bi navê 27ê Gûlanê, 12ê Îlonê, darbeya post modern a 28ê Sibatê û e-muxtira darbe hatin kirin.

“Zarokên me bi ser ketin”

Ji ser darbeya ku di 12ê Îlona sala 1980î de hat kirin û ji bo Tirkîyê heyama rûreşî û zilmê bû 40 sal derbas bû. Darbeya ku bi fermanan hat kirin piştî darbeyên 27ê Gulana sala 1960 û 12ê Adara sala 1971î  hat kirin darbeya sêyemîn bû ku hat kirin. 

Ev darbeya 12ê Îlonê ya ku di sala 1980î de pêk hat ji teref hinek hêzên derve ve hat kirin. Lewra di sala 2011an de qedexeya li ser hînbûna hinek tiştan hat rakirin  û di encama serîlêdanan ku ji bo mijarekê hat kirin de hat hînbûn darbe bi talîmata Amerîka hatiye kirin. Lewra li gorî belgeyên Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Paul Henzeyê Şefê Tirkîyê yê CIAyê  darbeya ku hat kirin bi van gotinan ji Serokê Amerîka Jîmmy Carter re rapor kiriye: “Zarokên me bi ser ketin.”

Bi darbeya leşkerî ya ku di 12ê Îlona sala 1980î de hat kirin milyonek û 683 hezar kes hatin deqsorîkirin

Bi darbeya leşkerî ya ku di 12ê Îlona sala 1980î de hat kirin milyonek û 683 hezar kes hatin deqsorîkirin, 650 hezar  kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin û ji 517 kesî re cezaya îdamê hat dayîn. Her wisa di vê heyamê de gelek kes hatin kuştin ku hêj failên wan nediyar in û nêzî 4 hezar mamoste ji kar hatin derxistin.Dîsa di heman heyamê de bi bi sedan rojnamegerî re  cezayên giran hatin dayîn.

Di encama dozê de ji darbekeran re cezaya hepsê ya muebbet hat dayîn

Di 12ê Îlona sala 2010an de bi qanûneke ku hat amadekirin darbekerên 12ê Îlonê hatin damezrandin. Di bergehê vê yekê de derheqê Kenan Evrenê Serokomarê 7emîn û Orgeneral Tahsîn Şahînkayayê Fermandarê Hêzên Asîmanî de doz hat vekirin û di encama dozê de ji wan re cezaya hepsê ya muebbet hat dayîn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir