Li Endonezyayê ji ber Coronavîrusê 120 kesê din jî canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Endonezyayê ji ber Coronavîrusê 120 kesê din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 8 hezar û 456 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Endonezyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daneyên wezaretê di 24 seatên dawî de li Endonezyayê ji ber Coronavîrusê 120 kesê din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 8 hezar û 456 kesî, her wisa di rojekê de 3 hezar û 861 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 207 hezar û 203 kesî.(ÎLKHA)