Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 19 milyon û 379 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 19 milyon û 379 hezar û 558 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 3 milyon û 726 hezar û 99 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 887 hezar û 604 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 27 milyon û 296 hezar û 644 kesan.(ÎLKHA)