Li Efxanistanê êrîş li qereqolê hat kirin: 14 mirî
Li gundekî girêdayê bajara Tahara ku li rojhilata bakurê Efxanistanê ye êrîşa çekdarî li qereqolê hat kirin.
Hat ragihandin di encama êrîşa ku hat kirin de ji hêzên hikûmetê 14 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin êrîş ji teref Talîbanê ve hat kirin; lê belê hêj Talîban daxuyanî belav nekir û êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)