• DOLAR 32.584
  • EURO 34.918
  • ALTIN 2429.668
  • ...
Neteweyên Yekbûyî ji bo qeyrana  ku îhtîmal e li Yemenê rû bide banga alîkarîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lîse di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ger alîkarîya bi lez neyê kirin dibe ku qeyrana însanî derkeve û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger alîkarî neyê kirin ew ê nîvê xizmetên av û selebê  bên qutkirin. Dîsa ger alîkarî neyê kirin îhtîmal e ku alîkarîya tibbî ya ku ji 189 nexweşxane û 2 hezar û 500 klînîkê re tên kirin bê rawestandin.”

Lîse di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir alîkarîya pêwîst ger neyê kirin dibe bi hezaran zarok ji ber nexweşî û kêmbûna erzaqê canê xwe ji dest bidin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir