Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî peyama sersala Hicrî weşand
Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama ku weşand de sersala Hicrî ya Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama ku weşand de wisa got:
“Ez daxwaz dikim ku sala nû ya Hicrî bibe wesîleya xêr û bereketê. Ez hêvîdar im di vê sala nû de felaket û qeyranên li Kurdistan û cîhanê bi dawî bibin. Salvegera hicreta bi rûmet a Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed(s.x.l) ji temamê Mislimanan re mibarek be.”(ÎLKHA)