Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 791 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 791 hezar û 90 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 791 hezar û 90 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 22 milyon û 588 hezar û 815 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 176 hezar û 342 kes mirin.(ÎLKHA)