• DOLAR 32.379
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2325.951
  • ...
Rêberê Cemaata Hîzbullah ji bo Fesîh Guler Xoce peyama tazîyê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gumuş di peyama ku weşand de ji sûreya Al-î Îmranê ayeta 195emîn “Rebbê wan vê bersivê da wan: ‘Çi zilam û çi jî pîrek ferq nake ez ê tu amelê kesên ku ji we bixebitin zayî nekim. Hûn ji hevdû ne. Qesem be ku ez ê li ser gunehên wan kesên ku hîcret kirine, ji war û welatê xwe hatine derxistin, di rêya min de ezîyet dîtine, herb kirine û hatine kuştin bigirim. Ez ê wan kesan têxim wan cennetên ku di nav de çem diherikin ku ev yek ji bo wan ji Xweda mukafatek e.Mukafata xweşiktirîn li ba Xweda ye.” di bîran xist.

Gumuş di berdewama peyama xwe de destnîşan kir: “Birayê min î ezîz Fesîh Xoce! Tu lawê Hecî Huseyîn û Hecî Pîrozê, birayê Nesîh û Nurî, kekê Nezîr, bavê Cemal û Huseyîn, parçeyeke qezeba Edîb bûyî.Rebbê min!Em jê razî bûn. Tu jî jê razî be.Di cennetên xwe de jê re mazûvantîyê bike û wî û hezkirîyên wî di cennetên xwe de bîne ba hev.”

Temamê peyama Muhterem Edîb Gumuş:

Bismîllahîrrahmanîrrahîm

“Rebbê wan vê bersivê da wan: ‘Çi zilam û çi jî pîrek ferq nake ez ê tu amelê kesên ku ji we bixebitin zayî nekim. Hûn ji hevdû ne. Qesem be ku ez ê li ser gunehên wan kesên ku hîcret kirine, ji war û welatê xwe hatine derxistin, di rêya min de ezîyet dîtine, herb kirine û hatine kuştin bigirim. Ez ê wan kesan têxim wan cennetên ku di nav de çem diherikin ku ev yek ji bo wan ji Xweda mukafatek e.Mukafata xweşiktirîn li ba Xweda ye.”(Al-î Îmran:195)

Birayê min î ezîz Fesîh Xoce! Tu lawê Hecî Huseyîn û Hecî Pîrozê, birayê Nesîh û Nurî, kekê Nezîr, bavê Cemal û Huseyîn, parçeyeke qezeba Edîb bûyî.

Te ji Xwedê hez kir, ji Pêxemberê Wî, ji doza Wî û ji kesên ku hez ji doza Wî dikirin hez kir.Ji ber vê yekê tu di nav destên pergela taxut de bûyî mahkûm, hatî binçavkirin, îşkence li te hatin kirin û bi salan di zindanan de mayî.Ji bo doza te ezîz bibe, te di her sefheya micadelê de li ber xwe da, micadele kir û xizmet kir. Piştî van tiştên ku hatin serê te, tiştên ku te kişand û piştî vê nexweşîya te em hêvî dikin ku te mertebeya şehadetê heq kiribe.

Rebbê min!Em jê razî bûn. Tu jî jê razî be.Di cennetên xwe de jê re mazûvantîyê bike û wî û hezkirîyên wî di cennetên xwe de bîne ba hev.

Huseyn, Selahaddîn, Sabahaddîn, Mamud, Mihemed, Muhammed, Seîd û Fesîhên  me…Ew kesên ku em ji wan hez dikin berî me diçin darul beqayê. Înşaallah Xweda ji wan razî ye.Divê em di çarçoveya Qur’an û sunnetê de û di xêza Selefî Salîhîn de xwedî li doza xwe derkevin û ji bo em doza xwe bijîn û bidin jiyandin pêwîst e em qet îhmalkarîyê nekin û nekevin xefletê.Bi vê yekê divê em Rebbê xwe razî bikin û xêr û hesenatên kesên ku di pêşîya me de çûne zêde bikin û rê ji bo kesên ku dê piştî bên vekin.

Serê temamê birayên me  û nexasim ê malbat û zarokên wî. Rebbê min sebrê bide hemû kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir