Li Îranê di 24 seatên dawî de 169 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 169 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 19 hezar û 331 kesî.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 19 hezar û 331î û bi pêketina 2 hezar û 501 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 338 hezar û 825 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 169 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 19 hezar û 331 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 338 hezar û 825 kesî.”(ÎLKHA)