• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îbrahîm Kalin: “Dîrok dê wan kesên ku ji gelê Filistînê re îxanetê dikin ji bîr neke”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di navbera Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstên îşxalker de lihevkirinek çêbû û peymanek hat îmzekirin ku Berdevkê Serokomartîyê  Îbrahîm Kalin derbarê vê peymanê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Kalin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Dîrok dê wan kesên ku ji gelê Filistînê û ji doza Filistînî re îxanetê dikin ji bîr neke.Ew polîtîkayên wan ên bêqiymet dê Filistînîyan ji hedefên wan venegerîne û dê bawerîya wan bi adalet û azadîyê zêdetir bibe. Tirkîye dê her tim destekê bide gelê Filistînê.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir