Bi hezaran kes ji bo ku nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin berê xwe dan Stenbolê
Piştî 86 salan ew ê caral ewil li Mizgefta Ayasofyayê nimêja înê bê edakirin. Bi hezaran Misliman ji bo ku nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin berê xwe dan Stenbolê.
![Bi hezaran kes ji bo ku nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin berê xwe dan Stenbolê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/W6Z61FBXtFrOTOxMmR3ROgUcHcg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/30/bi-hezaran-kes-ji-bo-ku-nimeja-ine-li-mizgefta-ayasofyaye-eda-bikin-bere-xwe-dan-stenbole-b513cce5.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bajarên Tirkîyê û ji gelek welatan Misliman ji bo nimêja înê li Mizgefta Ayasofyayê eda bikin hatin Stenbolê. Mislimanên ku hatin Stenbolê serê şeveqê berê xwe da Mizgefta Ayasofyayê.
Ji bo nimêjê 5 meydan hatin diyarkirin ku 3 ji van ji bo zilaman û 2 jê jî ji bo pîrekan e.
Serê şeveqê derdora seat 10an de ji camîyê dengê sala û tekbîran bilind bû û dû re Qur’ana Kerîm hat xwendin. Dû re jî sûreyên Kehf, Meryemû Yasîn, Feth, Îxlas, Feleq û Nas hatin xwendin.
Welatîyên ku dixwazin nimêja înê li Ayasofyayê bikin piştî ku ji xalên kontrolê derbas dibin re derbasî qadê dibin û ji bo nimêjê cihê xwe digirin.
Ji ber Coronavîrusê bes ew ê nêzî hezar û 500 kes di hundirê camîyê de nimêjê bikin; lê ew ê bi hezaran welatî karibin di hewşa mizgeftê nimêja xwe eda bikin.(ÎLKHA)