Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 9 milyon û 546 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 9 milyon û 546 hezar û 400 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 9 milyon û 546 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/FsJxwkcrmH1FHmh6acBzs-1cEP0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/30/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-9-milyon-u-546-hezari-1e07399f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 979 hezar û 617 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 636 hezar û 633 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 15 milyon û 660 hezar û 556 kesan.(ÎLKHA)