• DOLAR 32.317
  • EURO 34.672
  • ALTIN 2409.899
  • ...
HUDA PAR: Divê ji bo zarokên windabûyî lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê rojeva derve de daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarên mîna; zarokên koçber ên windabûyî, qetlîama sîwîlan a li Yemenê û pêşnîyaza hikûmeta Malezyayê ya derxistina rejîma îşxalê ji Neteweyên Yekbûyî nirxand.

Zarokên windabûyî yên koçberan

Saglam di daxuyanîya xwe de derheqê  zasrokên windabûyî yên koçberan de destnîşan kir “Derket holê ku li ser malpera înternetê ya bi navê Wayfaîrê ticareta zarokan tê kirin ku ev yek di warê bi hezaran zarokên koçber ên ku li welatên Ewrûpayê winda bûne dilmetirsîyê dide meriv. Di navbara salên 2017-2019an de li Fransayê 6 hezar, li Almanyayê 11 hezar, li Îspanyayê 9 hezar, li Îtalyayê nêzî 20 hezar zarokên koçber winda bûn û ev yek hat raportkirin.Derheqê zarokên  windabûyî de tehqîqeteke hurgilî nehat kirin ku ev yek tirsdêr e. Di meha Adarê de qeyrana koçberan derket holê û di vî warî de Almanya daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ew amade ne ku zarokên bê dê û bav qebûl bikin. Birêveberîya ku xwedîyê toreke pêşveçûyî ya ewlehîyê ye ji bo zarokên windabûyî bên dîtin tiştek nekir, ger zarokên bêdê û bav ji vê birêveberîyê re bê teslîmkirin ew ê ev yek bibe sedema netîceyên wahîm.Lewra tê zanîn  ew zarok him ji bo emelên xeyrî însanî tên bikaranîn û him jî di warê dînî û çandî de tên asîmîlekirin.”

“Divê derheqê zarokên windabûyî de hevkarîyeke navneteweyî bê kirin û lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de bang li sazîyên navneteweyî  kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê derheqê zarokên windabûyî de hevkarîyeke navneteweyî bê kirin û lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin û ew kesên ku îhmalkar û mesûldar hatin dîtin divê bên cezakirin. Divê bernameyeke bi ewlehî bê amadekirin da ku zarok digel malbatên xwe lê bisitrin. Her wisa divê projeyeke navneteweyî bê amadekirin da ku ji wan herêmên ku koçê didin re desteka îqtîsadî û siyasî bê dayîn. Divê rêxistinên navneteweyî ji xwe re bikin karê ewil da ku qadên bi ewlehî ji bo zarokên bêdê û bav bên amadekirin da ku ew zarok lê li rasta asîmîlasyon û zordarîyê neyên û feyde ji xizmetên perwerdehî û tenduristîyê bibînin.”

Li Yemenê qetlîama sîwîlan

Saglam di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser  êrîşa ku ji teref koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve li navçeya El-Hazma girêdayê parêzgeha Ceyfa Yemenê hat kirin û tê de 24 kes hatin qetilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî niha ji bo temamê herêmên li Yemenê agirbesteke berfireh hatibû îlankirin ku digel bê yekê sîwîl tên hedefgirtin û ev êrîşên li hember sîwîlan hêj berdewam dikin. Li welêt qeyrana xurek û ava paqij hêj berdewam dike û kolera û coronavîrus bi lez hêj belav dibe. Li welatên ku ev şert û merc lê hene niha pevçûn berdewam dikin ku ev yek gefê li jiyana sîwîlan dixwe. Lewra pevçûn û êrîş dibin sedem ku ji sîwîlan re alîkarî neyê kirin.”

“Ji bo li Yemenê dawî li drama însanî bê anîn divê teref li gorî bangên agirbestê hereket bikin”

Saglam di berdewama nirxandina xwe de diyar kir divê meseleya Yemenê li ser masaya muzakerê bê gotûbêjkirin û dû re wiha got: “Ji ber ku fona pêwîst a welêt nehatiye berhevkirin bernameyên alîkarîyê hatine ber asta girtinê.Digel vê yekê ew welatên koalîsyonên yên ku hewl didin alozîya heyî zêdetir bikin êrîşşên xwe didomînin. Ji bo li Yemenê dawî li drama însanî bê anîn divê teref li gorî bangên agirbestê hereket bikin. Her wisa divê rê bê vekirin da ku ji sîwîlên herêmê re alîkarîya însanî demildest bê kirin û divê meseleya Yemenê li ser masaya muzakerê bê gotûbêjkirin. Heke ev tişt neyên kirin ew ê ew sîwîlên ku ji ber şer û êrîşan canê xwe ji dest nedane û xelas bûne dê ji ber birçîbûn, tîbûn û nexweşîyan canê xwe ji dest bidin.”

“Divê helwesta mînak bê standin”

Saglam di berdewama nirxandina xwe de qala helwesta Malezyayê ya li dijî rejîma îşxalê kir û destnîşan kir “Heftîya borî Serokê Koma Dostîtîyê ya Filistînê ya Parlementoya Malezyayê Seyîd Îbrahîm Seyîd Nuh  ji hikûmeta Malezyayê daxwaz kir da ku ji Neteweyên Yekbûyî bê xwestin ku rejîma îşxalê ji endamtîyê bê derxistin. Dîsa pêşnîyaz kir ji bo plana îlhaqa Şerîaya Rojava û qaşo Plana Aştîyê ya Rojhialta Navîn bê muzakerekirin di meclîsê de rûniştineke taybet bê kirin.Partîya îqtîdarê û yên muxalefetê bê pêşnîyazê qebûl kirin û niştineke taybet lidarxistin û pêşnûmaya banga derxistina rejîma îşxalê ji Neteweyên Yekbûyî ya hikûmeta Malezyayê hat qebûlkirin.”

“Camîaya navneteweyî divê bi lez û bez tiştinan bikin da ku Neteweyên Yekbûyî ji bo dawî li zilm û îşxala li Filistînê bê anîn gavinan bavêje”

Saglam di berdewama nirxandina xwe de diyar kir ev helwesta Malezyayê bi qedr û qiymet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rejîma îşxalê heta niha guh neda tu qerara Neteweyên Yekbûyî û zirar da rûmeta Neteweyên Yekbûyî û sazîyên din ên navneteweyî.Divê zor li rejîma îşxalê bê kirin da ku li gorî qerarên Neteweyên Yekbûyî hereket bike. Ev helwesta Malezyayê bi qedr û qiymet e.Ev gav nexasim ji bo welatên Îslamê mînak e. Camîaya navneteweyî divê bi lez û bez tiştinan bikin da ku Neteweyên Yekbûyî ji bo dawî li zilm û îşxala li Filistînê bê anîn gavinan bavêje.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir