• DOLAR 32.598
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2497.065
  • ...
Saglam: “Divê zihnîyeta FETO ji karên dewletê bê paqijkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê rojava hundir de daxuyanîyek belav kir û mijarên mîna qerara SGKê yên derheqê nexweşxaneyên taybet de, kesên ji ber ku di emrê ciwan de zewicîne hatine mexdûrkirin û qeyrana aborî de nirxandinan kir.

“Divê zihnîyeta FETO ji karên dewletê bê paqijkirin”

Saglam di destpêka nirxandina xwe de balan kişand li ser taxrîbata ku ji teref FETO ve hatiye kirin û dû re wiha got: “Teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê  bi berxwedan û fedakarîya gel  hat astengkirin. Ger ev ruh li ser pîyan bê girtin ew ê darbeyên dahatûyê jî bên astengkirin. Îro hisab ji darbekeran tê pirsîn, divê di vê pêvajoyê de ew taxîrbata ku FETO di nava dewletê de jê re bûye sedem neyê jibîrkirin û divê ew mexdûrîyeta ku daraza FETO jê re berî niha bû sebeb bê telafîkirin.4 sal ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê derbas bûn, lê belê mexdûrîyeta wan kesên ku FETO wanan bi kumpas û entrîkayan xistiye hepsê hêj berdewam dike ku tu îzahat û hinceta vê yekê tune ye. FETO derket derveyî sînorên exlaqê û ji bo bigihije hedefên xwe serî li temamê rê û rêbazan da û ji bo di sazîyên dewletê de bi cî bibe karên fîşkirin û şantajê  ji xwe re meşrû dîtîye. Dîsa heman FETO di bi  navê arşîvê de hafizeyeke qirêj ê dewletê amade kir û bi sedhezaran kesên ku li gorî berjewendîyên xwe fîş kiriye  di vê hafizê de qeyd kir. Melanet û îxaneta vê rêxistinê derket holê, lê belê dîsa jî  însan li gorî vê hafizaya qirêj a ku ji teref FETO ve hatibû amadekirin tên darizandin û bi vê hafizê li însanan muamele tê kirin. Ev garabet û eyba mezin divê demildest ji holê bê rakirin û divê ew hafizaya dewletê ya ku hatiye lewitandin bê paqijkirin.”

“Divê edalet ji tu tiştî re neyê fedakirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser tesîskirina edaletê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Însan û ciwak ne piştî dewletê, berîya dewletê tên. Divê edalet ji tu tiştî re neyê fedakirin.Divê pergaleke wisa bê înşakirin da ku hemû kes xwe di bergeha vê pergalê de xwe di ewlehîyê de hîs bikin û dîsa divê mexdûrîyetên ku berî niha pêk hatine bên çareserkirin ku ev yek wezîfeya bi leztirîn a hikûmetê ye. Divê ew netîceyên menfî yên ku zihniyeta FETO di nava dewletê de jê re bûye sedem bê dîtin, lewra nedîtina van netîceyên menfî zirarê didin wê micadeleya ku li dijî zîhnîyeta darbeker tê kirin.

Kesên ji ber ku di emrê ciwan de zewicîne hatine mexdûrkirin

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê kesên ji ber ku di emrê ciwan de zewicîne hatine mexdûrkirin de destnîşan kir, cezakirina wan kesên ku di emrê ciwan de zewicîne civakê ber bi tunebûnê ve dibe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li temamê dinyayê plan tên kirin da ku nufusa ciwan bê muhafezkirin, lê belê li welatê me bi zextên Ewrûpayê xortên ku di emrê ciwan de dizewicin tên cezakirin. Bi peymana Stenbolê sazîya me malbatê zirareke mezin dît, kesên ji ber ku di emrê ciwan de zewicîne hatine mexdûrkirin û sazîya me ya malbatê hat asta hilweşîn. Zilamê ku di emrê ciwan de dizewice bi navê îstîsmarê tên binavkirin û wî davêjin girtîgehê ku bi vê yekê pîrek û zarokên wî zilamî bêewlehî û bêparastin tên hiştin.Ji ber vê peymanê bi hezaran zilam, pîrek û zarokên wan tên mexdûrkirin û di nirx û hedefên me yên medîneyeta me de birînên ku nayên girtin vedibe.”

“Divê hikûmet êdî nema civak û malbatên mexdûr meşxûl neke û gavên pêwîst di vî warî de demildest bavêje”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de bang li rayedaran kir da ku li dijî vê qanûna ku pê malbat hatine mexdûrkirin gavinan bavêjin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê hikûmet êdî nema civak û malbatên mexdûr meşxûl neke û gavên pêwîst di vî warî de demildest bavêje.Wezîfeya dewletê ne ew e ku civakê ber bi felaketê ve bibe, wezîfeya dewletê ew e ku li dijî felakatan tevdîran bistîne. Raya giştî û gelê me hêvî dike ku demildest dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir