Koalîsyona Siûdî li Yemenê êrîşî cihê dawetê kir: Herî kêm 25 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin di êrîşên ku ji teref koalîsyona Siûd ve li Yemenê hatin lidarxistin de zarok û pîrek jî di nav de herî kêm 25 kes hatin qetilkirin.
![Koalîsyona Siûdî li Yemenê êrîşî cihê dawetê kir: Herî kêm 25 kes hatin qetilkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/fkSyaiBaCtsUvFDDQ1dgpjwrzXQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/29/koalisyona-siudi-li-yemene-erisi-cihe-dawete-kir-heri-kem-25-kes-hatin-qetilkirin-05dcf3de.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike li bajaroka Al-Masafaya girêdayê herêma Al-Hazmê êrîş bir li ser cihê dawetê.
Tê diyarkirin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de zarok û pîrek jî di nav de cesedê 16 kesan û hinek kesên birîndar hatin anîn Nexweşxaneya Marîbê.
Her wisa hat ragihandin 8 jê mirî gelek kes jî hatin anîn Nexweşxaneya Al-Hazmê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên ku hatin lidarxistin herî kêm 25 kes hatin qetilkirin.
Ji ber êrîş û dorpêça koalîsyona Siûdî ya ku Amerîka destekê didiyê heta niha li Yemenê zarok û pîrek jî di nav de bi hezaran zarok hatin qetilkirin û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)