• DOLAR 32.53
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2436.363
  • ...
HUDA PARê derheqê Peymana Stenbolê, Mizgefta Ayasofya û Başbaglarê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Peymana Stenbolê pêwîst e ‘li gorî ûsilê” û demildest bê rakirin”

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de balan kişand li ser jirêderketîbûna zayendî ya ku Peymana Stenbolê jê re bûye sedem û got: “Bi hinceta girtina pêşîya tundîya di nav malbatê de û tundîya li hember jinana di Gulana sala 2011an de Peymana Stenbolê hat îmzekirin û di sala 2012an de bi şikleke fermî ket merîyetê. Ev peymana bû stargeha wan jirêderketîyên mîna “tercîha meyla zayendî” yên ku zirareke mezin didin nirxên însanî û dînî. Ev peyman ji bo pêşîya tundîya ku dê li hember jinan bê kirin bê girtin hat derxistin, lê belê ev yek qet wê tundîyê asteng nekir û bîlakîs bû sedem ku ev tundî zêdetir bibe. Birêz Serokomar, derheqê wê bernameya ku ji jirêderketîbûnê re însan tên teşwîqkirin û jê re dibêjin “Rûmet” de nirxandinek kir û balan kişand li ser zirara ku dide li nirxên manewî û exlaqî û ji hemû kesî daxwaz kir ku li dihî vê jirêderketîbûnê helwesta xwe nîşan bidin. Lê ji xwe li dijî wê peymana ku bingeha vê jirêderketîbûnê avêtiye dijberîyek heye.Terefê ku divê helwesta xwe nîşan bide ne gel e, îradeya sîyasî ye.”

“Divê em îmzeya ku ji bo peymanê hatiye avêtin vê vekişandin û qanûnên ku berî niha hatibûn amadekirin bên verastkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de qala gotinên ku Numan Kurtulmuş derheqê Peymana Stenbolê de gotibû kir û destnîşan kir “Herî dawî Numan Kurtulmuş jî îtîraf kir ku îmzekirina Peymana Stenbolê xeletîyek bû û gotibû ‘Çawa ku li gorî ûsila wê ev peyman hatibe îmzekirin, bi heman awayî  dîsa li gorî ûsila wê divê ji vê peymanê bê vekişîn.’ Ev daxuyanîyên ku hatin dayîn diyar dikin ku di jirêderketîbûnê de lêgerîna azadîyê xeletî ye û divê ev xeletî demildest bê rakirin.Di vî warî de divê demildest gavên fîîlî bên avêtin, Peymana Stenbolê bê betalkirin û qanûnên di vî warî de bên verastkirin.”

“Ayasofya bêyî ku bê sûîstîmalkirin divê ji îbadetê te bê vekirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser ehemîyeta Mizgefta Aysofyayê û destnîşan kir “Ayasofya zêdetirî 500 salî wek camî wezîfeyeke qudsî îfa kir û her wisa Ayasofya nîşaneya Îslam û fethê ye ku ev yek ji girtina dewrekê û vekirina dewrekê re îşaret e.  Ustad Bedîuzzeman jî di Rîsaleyên xwe de balan dikşîne li ser ehemîyet,qedr û qiymeta  Ayasofyayê û dibêje Ayasofya ji bo vî milletê qehreman sedema şerefê ye.”     

“Camîya Ayasofyayê divê ji bo siyasetê neyê bikaranîn”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de bang li siyasetmedaran kir û ji wan daxwaz kir ku Camîya Ayasofyayê divê ji bo siyasetê neyê bikaranîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Mixabin Camîya Ayasofyayê ji teref birêveberîya heyamê ya ku hewl dida xwe di çavê Xerbê de şîrîn nîşan bide û hewl dida sembolên Îslamê yek bi yek ji holê rake ve ji îbadetê re hat girtin û hat kirin muze. Serokomar her çi qas ji bo vekirina Ayasofyayê Daniştayê îşaret kiribe jî Mizgefta Ayasofyayê aîdî van axan e.Ji ber vê yekê divê heqê gotina derheqê wê de jî aîdî vî milletî be. Camîya Ayasofyayê divê ji bo siyasetê neyê bikaranîn. Mesele sîyasî ye, ji bi çareserîyê daraz wek adres neyê nîşandan, ev yek ne rast e. Camîya Ayasofyayê ya ku sembola fetha Stenbolê ye çawa ku bi qerarnameyekê hatibûn xistin muze divê bi heman şêwazê bê kirin camî.”

Di 27emîn salvegera wê de qetlîamên Sêwas û Başbaglarê

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de qala armanca avêtina temela qetlîamên Sêwas û Başbaglarê kir û destnîşan kir “Di 2yê Tîrmeha sala 1993yan de ji bo li Tirkîyeya ku gelek dengên cûda lê dijîn tevlîhevî bê derxistin û ji ser dîn û mezheb însan bi hev bikevin hinek destên qirêj û tarî bûyerên Sêwasê pêk anîn. Dorhêla ku berîya bûyerê hat sazkirin û îtîrafên ku dû re hatin kirin destnîşan dikin bûyer parçeyeke planeke mezin bû.Piştî bûyerê failên eslî nehatin girtin û bûyer hat avêtin li ser însanên dîndar ên ku berî niha hatibûn diyarkirin ku ev yek jî mezinahîya wê agirê fitnê ya ku dihat xwestin bê pêxistin nîşan dide. Hema piştî bûyerên  Sêwasê di 5ê Tîrmeha sala 1993yan de dest bi gava duyemîn a projeyê kirin û li ser navê “Alewîyan” ji “Sûnnîyan” întîqam hat girtin.”

“Hêj failên rastî yên qetlîama Başbaglarê û bûyerên Sêwasê nehatin derxistin holê ku ev yel jî nîşan dide ew rêxistinên veşartî aktîf in”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser dewleta ku hêj wezîfeya xwe bi cî neanîye û dû re nirxandina xwe wisa domand: “Rêxistina kirêkirî ya ku ji însanetîyê bêpar mabû li gundê Başbaglara navçeya Kemalîyeya Erzîncanê  qetlîameke mezin kir û 33 welatîyên me bi zindî şewitand û ew qetil kirin. Di wê bûyerê de camî bi xwe jî hat şewitandin. Hêj failên rastî yên qetlîama Başbaglarê û bûyerên Sêwasê nehatin derxistin holê ku ev yel jî nîşan dide ew rêxistinên veşartî aktîf in.Berpirsiyarîya dewleta hiqûqê bêtawîz îqamekirina edaletê ye. Di van bûyeran de dewlet hêj wezîfeya xwe neanîye bi cî û ji dêla ku ev bûyer bên ronîkirin girtina li ser bûyeran tercîh kiriye. Divê îrtîbata derve û hundir ê van her du bûyeran û terefên ku pêwendîyên wan bi sazîyên dewletê re hene jî bên derxistin holê û ji wan hisab bê pirsîn ku ev yek wezîfeya dewleta hiqûqê ye û divê ev wezîfe bê bicîanîn.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir