Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 10 hezar û 296 kesî
Heta niha li Rûsyayê bi 6 hezar û 736 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Îro jî zêdetirî bi 6 hezar û 736 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 681 hezar û 251 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 134 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 10 hezar û 296 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)