Li Meksîkayê bi mirina 654 kesên din hejmara mirîyan derket 29 hezar û 251 kesî
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 654 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 251 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de bi 6 hezar û 740 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 245 hezar û 251 kesî û heta niha 147 hezar û 205 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)