• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 408an û bi pêketina 2 hezar û 449 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 237  hezar û 878 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 408 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  237 hezar û 878 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir