Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 801 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 5 milyon û 801 hezar û 131 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 801 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/OW3Ek20VbgTyDoMnwjKHMMw4Mlo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/27/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-5-milyon-u-801-hezari-ae377b84.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 143 hezar û 490 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 514 hezar û 72 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 10 milyon û 592 hezar û 134 kesan.(ÎLKHA)