• DOLAR 32.474
  • EURO 34.752
  • ALTIN 2434.44
  • ...
Endamê Lijneya Îstîşarê yê HUDA PARê Yalçin: "Karkerên ziraetê di rêyên koçê de dimirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Konyayê mînîbusa ku karkerên zireatê vediguhast û TIR li hev qelibîbûn, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan 12 kes birîndar bûbûn ku kesek ji birîndaran li nexweşxaneya ku lê hat rakirin digel temamê midaxeleyan canê xwe ji dest dabû. Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de şofêr TIRê U.D. ji teref mehkemê ve hatibû tewqîfkirin.

Yalçinê ku çû ser qebra kesên wefat kirî li ser rûhê wan Fatîha xwand û malbata wan ziyaret kir û xemgînîyên xwe anî zimên.

"Divê mirin nebe çarenûsa karkerên çandinîyê"

Yalçin piştî ziyaretên ku kir re destnîşan kir îna borî di encama qezaya ku li Konyayê pêk hat de 7 karker canê xwe ji dest dan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em li ser navê Serokê xwe Giştî û partîya xwe hatin şîna malbatan. Di vê qezaya dilşewat de 7 kes canê xwe ji dest dan.Mixabin êş û elema malbatê pir zêde ye. Ev bûyer di serî de Rihayê û bi giştî jî temamê Tirkîyê xemgîn kir. Divê ev yek nebe çarenûsa Rihayê.Birayên me yên ku karê zireatê dikin her sal di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest didin."

"Li Rihayê her sal nêzî 200 hezar kes ji bo xebatê dikevin rêyan"

Yalçin di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser bêkarîya li Rihayê û destnîşan kir "Însanên li derveyî bajêr ji me dipirsin 'Digel ku Riha navenda GAPê be û xwedîyê deştên bi bereket be jî çima her sal nêzî 200 hezar kes ji bo kar dikevin rêyan û koçî bajarên din dikin? Çima pêşîya vê yekê nayê girtin? Ev însan ji kêfa xwe naçin derveyî bajêr. Pêdivîya wan ji kar re heye. Li herêmê bêkarî gelek zêde ye. Yek  ciwan bajarên ku herî zêde lê xort hene Riha ye. Em bi cotkar û gundîyan re hevdîtinan dikin û ji me re dibêjin ew ji ber DEDAŞê nikarin erdên xwe cot bikin, lewra DEDAŞ tê trafoyên wan ji holê radikin û ceyrana wan qut dikin.Şênîyên taxê destnîşan dikin ger ceyran neyê qutkirin ew ê ji sedî xebatkaran derneyên derveyî bajêr û ew ê di erdên xwe de bixebitin."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir