• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xirabê Ripina ku ji zilm û wehşeta PKKê re bûye şahid
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dema ku dîrok 26ê Hezîrana sala 1992yan nîşan dide PKKyî hov û dest bi xwîn cardin rûyê xwe yê reş nîşan da. PKKyîyên hov ên ku tehemûla wan ji Îslam û kesên dîndar re tunebû rêya Xirabê Ripin bi mayînan dagirtin. Dema ku Mislimanên ku li Xirabê Ripin dijîyan ji wê rêya bi mayîn derbas bûn mayîn teqîyan û di encama bûyerê de 4 Mislimanên bi navê Evdilkerîm Ozel(34), Îbrahîm Kartal(28),  Hedîye Baştug(35) û Menîce Kartal(16) şehîd bûn.

Piştî vê qetlîama ku hat kirin re nas û malbatên şehîdan ji ÎLKHAyê re axivîn û wê wehşet û zilma PKKê anîbûn ziman. Nas û malbatên şehîdan diyar kiribûn, ji ber ku ew dîndar bûn PKKyîyan çendîn caran êrîş birine li ser gundê wan û gelek gundîyên wan di êrîşên wan de şehîd bûne.

“Dema ku ew fam kirin em ji Qur’an û sunnetê pê ve tu tiştekî din qebûl nakin rêya gundê me bi mayînan dagirtin”

Sadîye Ozela ku di wê êrîşa PKKê de birîndar bûbû di daxuyanîya ku dabû de destnîşan kiribû ji ber ku ew Misliman bûn PKK êrîş dibir li ser wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “ Di sala 1992yan de PKK ji me xwest ku em fikra wan qebûl bikin û beşdarî wan bibin. Lê me vê daxwaza wan qebûl nekir. Ji ber vê yekê ambargo danîn li ser me. Roj hat em nikaribûn ji gundê xwe derkevin û herin bajêr.  Me îdeolojîya wan qebûl nekir.Dema ku ew fam kirin em ji Qur’an û sunnetê pê ve tu tiştekî din qebûl nakin rêya gundê me bi mayînan dagirtin. Êrîş birin li ser gund û gelek birayên me şehîd kirin.

Wê demê her tim toroseke reş dihat gundê me. Tu nabê kesên di vê torosê de ji PKKê re çavnêrîyê dikin. Hetta wê çaxê mayinan li goristan gund bi xwe jî danîbûn. Dîrok 26ê Hezîrana sala 1992yan bû û seat dihat 11.00ê nîvro. Çend kes bi traktorê diçûn nav erdên xwe ji bo paleyîyê. Ap, jinap, xalê min û nasekî wî li traktorê siwar bûbûn. Dema ku diçûn nav erdên xwe ji nişka ve di rê de teqîn pêk hat. ji 5 kesên ku li traktorê siwar bûbûn tevde 4 kes şehîd bûn. Ez jî bi wan re bûm û di êrîşê de ez birîndar bûm û bi felç mam.”

 “Ji ber zext û zordarîya PKKê, me nikaribû genimê xwe bibin aş”

Evdillah Ozelê ku kekê Şehîd Evdilkerîm Ozel bû derdbarê mijarê de diyar kiribû, birayê wî her tim şehadetê teleb dikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “ Wê demê him PKK û him jî dewlet zextan li gundîyên Xirabê Ripin dikirin. Ji ber zext û zordarîya PKKê me nikaribû genimê xwe bibin aş. Me gelek zêde zehmetî kişand. Ji ber ku em dîndar bûn, ji ber ku me wek wanan nedifikirî vê zilmê li me dikirin.”

Remezan Balê ku bûbû zilm û wehşeta PKKê ya wê heyamê di daxuyanî ku dabû de destnîşan kiribû dema ku dîrok 24ê Hezîrana sala 1993yan nîşan dide wî pêl mayînê kiribû û pîyê wî yê çepê parçe bûbû.

Bal di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kiribû ji ber ku xelkê gund ji şîarên Îslamî tawîz nedabûn bûbûn hedefa PKKê û di encama van êrîşan de ji gundê wan 14 kes şehîd bûbûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Şehîdên ku bedena wan hatibû perçekirin û hatibûn avêtin nehrê: Hesen Çeken û Seyyîd Huseyîn Yeşîlmen

Hesen Çeken û Seyyîd Huseyîn Yeşîlmen jî ji wan Mislimanên ku ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin bûn.

Hesen Çeken digel ku li ser gundê wî dorpêça PKKê hebû ji bo ku ji birayên xwe yên Misliman ên li Cizîrê yên ku di rewşeke xirab de bûn bibe alîkar digel xalê xwe Şehîd Seyyîd Huseyîn Yeşîlmen da rê û niyet kirin her in Cizîra Botan. Dema ku ev her du Misliman ji gundê xwe derketin û berê xwe dan Cizîrê dîrok 23yê Çileya sala 1993yan nîşan dida.

Dema ku ev her du Misliman dikirin biçin Cizîrê rêya wan ji teref PKKê ve hat birîn û gelek îşkenceyên mezin li wan hat kirin.  Piştî çendakî termê her du şehîdan li ser Rêbeja Hezex-Cizîrê hat dîtin. PKKyîyên hov û wehş bedena mibarek ên her du şehîdan şewitandibûn, perçe kiribûn û avêtibûn çemê Dîclê.

Emîne Altuntaş û Şerîfe Ozmen jî wê heyamê ji teref PKKyîyan ve hatin şehîdkirin

Dema ku dîrok 5ê Berfanbara sala 1994an nîşan dide PKKyîyan cardin êrîş birin li ser wesayîta ku gundîyên Xirabê Ripin vediguhast. Di vê êrîşa hovane de jî Emîne Altuntaş û Şerîfe Ozmen şehîd bûn û çend Misliman jî birîndar bûn.

Fatma Altuntaşa ku bûka Şehîd Emîne Altuntaş bû di wê êrîşa ku wê rojê hatibû kirin de birîndar bûbû û tiştên ku wê rojê qewimîbûn wisa anîbû zimên:

“ Ez û xwesûwa xwe ji bo ku nevîyên xwe yên bi navê M.Şerîf û Îlyas bibin xestê li dormîşa gund siwar bûbûn. Ji bilî me 2 pîrek û 3 zilam di dormîşê de hebûn. Piştî ku me li Midyadê karê xwe qedand em vegerîya gund. Dema ku em vedigerîyan gund PKKyîyan êrîşî me kirin. PKKyîyên ku cil û bergên leşkeran li xwe kiribûn erebeya me dan sekinandin û di ser me de gule reşandin. Di encama êrîşa ku hat kirin de xwesûwa min û keseke bi navê Şerîfe Ozmen şehîd bûn.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir