Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 9 milyon û 714 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 9 milyon û 714 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/CjOTnToFp5ch6aJskYx-Bra-SvI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/26/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-9-milyon-u-714-hezari-9285324c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 9 milyon û 714 hezarî kes bi vîrusê ketin û 491 hezar û 856 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 504 hezar û 588 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)