• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Barzanî: Dem hatiye em û Bexda hemû dosyeyan yekalî bikin û bighên têgiheştineke hevbeş
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku di malpera fermî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê de hat belavkirin; Serok Nêçîrvan Barzanî li gel her sê serokayetî û serkirde û aliyên Iraqiyan, kêşe û berpirsiyariyetiyên xwe yên hevbeş ya ji bo hemû Iraqiyan da zanîn û got: “Me hemûyan yek çarenivîs heye û kêşeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê kêşeya hemû Iraqiyan e. Dûpat jî kir ku piştî ezmûna tehl ya çendîn salan girift û kêşeyên di navbera her dû aliyan, êdî divê neçîn ser berê, ji ber kû niha dema eweye bigihîne têgihiştineke hevbeş û bi rêkkeftineke giştgîr cihê rizamendiya her dû aliyan ku aramî, dadperwerî û pêşketina ji bo niha û paşeroja me ya hevbeş dabîn bike, kêşeyan bi yekcarî çareser bikin.”

"Em hemû pêkve bi hevkariyê dikarîn bigihîn têgihiştineke hevbeş"

Barzanî rewş û gefan bi dijwar da zanîn û got: “Dibe ku qeyranan bikin derfet û bi hevkarî û pêkve kar kirinê rûbirûyê dijwarî û qeyranên niha yên welat berpirsiyariya hevbeş ya me hemuyane û berdewamiya kêşeyan li berjewendiya tu aliyek da nîne, em hemû pêkve bi hevkariyê dikarîn bigihîn têgihiştineke hevbeş û li ser awayeke birêvebirineke baştir ya welat heta xizmeta bi hemû welatiyan bê kirin."

"Herêma Kurdistanê amadeye tevahiya kêşe û dosyeyên helawestiyên li gel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewiyeta rewşa niha ya jiyan û debara welatiyan çareser bike"

Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amadeye tevahiya kêşe û dosyeyên helawestiyên li gel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û bi berçavgirtina sîstema federalî û maf û erkan û ewlewiyeta rewşa niha ya jiyan û debara welatiyan çareser bike. Rola serkirde û hêz û aliyên siyasiyên Iraqê jî ji bo piştgîriya li guftûgo û çareserî û gihîştina rêkkeftinê bi girîng û pêwîst û erkê hemuyan zanî.Ji aliyê xwe ve serkirde û aliyên Iraqiyan ji bilî piştgirîkirina li nêrînên Serok Nêçîrvan Barzanî, serdana li vê dem û rewşê da bi peyameke erênî û hengaveke dirust ya Herêma Kurdistanê beramber Bexda û xemxurî û ciddiyeta ji bo çareserkirina kêşeyan dane zanîn û xweşhaliya xwe bi amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgo û çareserkirina tevahiya kêşeyan û gihîştina rêkkeftinek li gel Hikûmeta Federal derbirîn."

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê piştî ku doh li yekem roja serdana xwe ya Bexdayê bi amadebûna birêzan Cîgirên Serok li gel her yek ji birêzan Serok Wezîr, Serok Komar, Serokê Encumena Nûneran û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir