• DOLAR 32.556
  • EURO 34.948
  • ALTIN 2440.38
  • ...
Mesûd Barzanî: "Biryara referandumê cihê şanaziyê ye û em jê poşman nebûne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera biryara Referanduma Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanazî ye jî ji bo wan hemû partiyên ku beşdar bûn di derxistina vê biryarê de û em jê poşman nebûne.”

Temamê peyama ku di salvegera biryara referandumê de ji teref Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatiye weşandin wisa ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro bîranîn û salvegera rojeke dîrokî ye di jiyana siyasî ya gelê Kurdistanê de.

Di 7ê Hezîrana 2017an de partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi komdengiyê biryar li ser referandumê dan, ji bo ku gelê Kurdistanê bikaribe bi rêyeke aştiyane deng û daxwaza xwe bighîne cîhanê.

Ev biryar destkefteke giranbiha bû ji bo hemû welatiyên Kurdistanê û şanazî ye jî ji bo wan hemû aliyên ku beşdar bûn di derxistina vê biryarê de û em jê poşman nebûne.

Di vê bîranînê de pêzanînên min ji bo rol û keda hemû têkoşer û azadîxwaz û niştimanperwerên Kurdistanê heye û hezaran silav li canê pakê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir