Serokê Giştî yê berê yê Partîya Saadetê Ahmet Tekdal wefat kir
Ahmet Tekdalê Serokê Giştî yê berê yê Partîya Saadetê û endamê damezrîner ê partîyê bû li Enqerê wefat kir.
Hat ragihandin nimêja cinazê ya Ahmet Tekdalê ku çû rehma Xwedê dê piştî nimêja esrê li Mizgefta Haci Bayram Velî bê edakirin û dê piştî merasîma cenazê li Goristana Golbaşiyê bê definkirin.
Fatîh Erbakê Serokê Giştî yê Partîya Yenîden Refah û Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê ji ber wefata Tekdalî li ser medyaya civakî daxuyanî belav kirin û ji bo Tekdalî rehmet teleb kirin.(ÎLKHA)