• DOLAR 32.546
  • EURO 34.92
  • ALTIN 2425.897
  • ...
Bavê xortê ku xwedî li azana şerîf kir û hat kuştin derbarê bûyerê de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bavê Bariş Çakanê ku hat qetilkirin derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin berî vê 2 rojan Bariş Çakan dema ku azana şerîf dihat xwendin 3 kesên ku bi dengekî bilind stranê guhdar dikirin hişyar kir û ji wan xwest ku heta azan biqede dengê stranê kêm bikin. Lê belê ev her 3  kes bi kêran êrîş birin li ser Barişî û ew qetil kirin. Cinazeya Barişî doh li Goristana  Elvankentê hat definkirin.

Bariş Çakan eslê xwe Agirî bû û emrê 20 bû. Nîhat Çakanê ku bavê wî bû derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir, ji nimêja mexribê re 10 deqîqe mabûn ku lawê wî destnimêja xwe girt  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " B.A.yê ku hevalê lawê min bû gazî wî kir û lawê min destûr ji min girt û derket derve. Lê belê lawê min piştî nimêja mexribê nehat malê. Hevalê wî li min gerîya û got ku ew li derve bi hinek kesan re pev çûne û ew revîyaye. Dîsa ji min pirsî gelo Bariş hatiye malê yan na? Ji ber vê yekê ez derketim derve û min hevalê lawê xwe dît. Ew ez birim cihê bûyerê. Min dît li polês û ambûlans li wê derê ne."

Nîhat Çakan di berdewama daxuyanîya xwe de wan tiştên ku hevalê lawê wî jê re derheqê pevçûnê de jê re gotine wisa anî zimên: "Lawê hevalê min ji min re got 'Piştî ku Bariş hat, me cixare dikşand ku di wê kêlîyê de wesayîteke ku tê de 3 kes hebû hat li ber me sekinî. Ew kes di wesayîtê de stranan guhdar dikirin. Wê kêlîyê jî azan dixwand. Min ji wan re got, ji bo hûrmeta azana şerîf dengê starana xwe kêm bikin. Ew jî ji min re gotin ku, ma ew ê tu dînê me hînî me bikî?' Pevçûn bi vî awayî dest pê dike. Çawa ku pevçûn dest pê dike hevalê Bariş direve û ew 3 kes pêkve Barişî didin ber kêran."

Dema ku ev bûyera qetilkirina Barişî pêk hat, hinek kes hema di wê kêlîyê de rabûn û îddîaya 'Kurdê bi navê Bariş ji ber ku strana Kurdî guhdar kir hat kuştin' avêtin holê. Digel vê îddîayê HDPyî, PKKyî û gelek partîyên çepgir û rêxistin li vê meselê xwedî derketin; lê belê çawa ku hat hînbûn Bariş ji ber ku strana Kurdî guhdar kiriye nehatiye kuştin, ji ber ku xwedî li azana şerîf derketiye hatiye kuştin; ew kes, partî, rêxistinên ku dikirin qêrîn, fîxan û hawar ji meselê re kerr û lal bûn û nema deng ji wan derket.Piştî ku heqîqet derket holê ji destên wan kesên ku îddîa dikin ew mafên Kurdan diparêzin hati bana ew ê jî darbeyeke kêrê li Barişê ku xwedî li azanê derket xistibana.Lewra xwedîderketina nirxên Îslamî çawa ku doh li hisabên wan nedihat bi heman awayî îro jî li hisabên wan nayê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir