• DOLAR 32.262
  • EURO 34.722
  • ALTIN 2396.087
  • ...
Gelê Diyarbekir banga xwedîderketina li Qudsê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber Roja Qudsê ya Cîhanê gelê Diyarbekir ê Misliman hest û ramên xwe û hezkirina xwe ji ÎLKHAyê re anîn zimên û derbarê Qudsa pîroz a ku ji teref çeteyên siyonîst ve hatiye îşxalkirin de wisa axivîn:

Reşîd Donmez: “Em tev nevîyên Selahaddînê Eyyûbî ne. Doza Qudsê barê li ser milê me ye.Em wê zilma ku ji teref îsraîla îşxalker ve tê kirin qebûl nakin. Quds qibleya me ya ewil e. Quds canê min e. Ger tiştek bi Qudsa min bibe ez ê canê xwe jê re bikim feda.”

Yunus Arsu: “Quds ji bo me xeta sor e.Bila rejîma îşxalê ya siyonîstan zen neke ku ew  axên Filistînê ên wî ne. Filistîn a Mislimanan e û her daîm a Mislimanan be. Bi izna Xwedê em ê Qudsê di demeke nêz de azad bikin.”

Ayetullah Gurelî: “Quds ji bo me xeta sor e, lê belê em  ji bo Qudsê bêdeng dimînin. Lewra zilm li Mislimanên li wê derê tê kirin. Divê Quds bê azadkirin.Ger Quds bê azadkirin dê Misliman jî azad bibin.”

Mehmet Ataş: “Ew zilma ku ji teref îsraîlê ve bi salan tê kirin ji teref temamê cîhanê ve tê zanîn. Ez hêvî dikim ku Misliman bibin yek ev zilma li wê derê bi dawî bibe. Ger Misliman bibin yek wê demê Amerîka û îsraîl nikarin vê zilmê bikin û hetta nikarin ji vê yekê re cesaret bikin.”

Baran Îpek: “Ez daxwaz dikim ku axên Filistîn azad bibin.Temamê welatên Avrûpayê ji zilma ku li wê derê tê kirin re bêdeng in û ne li dijî ne û destekê didin wê zilmê. Birayên me yên Misliman û pitikên li Filistînê dijîn tên qetilkirin.”

Mehmet Karataş: “Min di Leyletul Qedrê de gelek zêde dia kir da ku Filistîn azad bibe. Xweda îsraîlê qehr û perîşan bike. Rebbê min heqê mezlûman ji wan re nehêle. Ez ê ji Qudsê re bibim qurban.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir