• DOLAR 32.173
  • EURO 35.158
  • ALTIN 2468.623
  • ...
Karwana Hêvîyê di meha Remezanê de li derveyî welêt li gelek welatan xebatên alîkarîyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya Alîkarîyê di meha Remezanê de bi dirûşmeya "Jiyan Pêkve Xweş e" da destpêkirin û di meha Remezanê de li nava welêt û derveyî welêt ji gelek kesên feqîr û jar re alîkarîya cûrbecûr kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin sazîya alîkarîyê di meha Remezanê de li Filistîn, Arakan, Yemen, Somalî, Çad, Gana, Bangledeş, Malî û Efxanistanê ji bi hezaran malbatên feqîr re xwarina fitarê da.

"Bi desteka xêrxwazan me projeyên xwe tertîp kir"

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê xebatên ku di meha Remezanê de ji teref wan ve hatine kirin de daxuyanîyek da. Kurtaran di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew di meha Remezanê de hewl dane alîkarîya xêrxwazan bigihijînin kesên feqîr û jar û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Di vê bergehê de me li gelek welatan çû hawara birayên xwe yên feqîr û jar. Dema ku me alîkarî kir me pêşanî da welatên herî jar û feqîr. Di serî de li Somalî û her wisa me li welatên Afrîkayê û li kampên li Bangledeş û Arakanê û her wisa li Xazzê û Filistînê ji ji bi sedan kesên feqîr re alîkarîyên cûrbecûr kir.

Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de  diyar kir ew li derveyî welêt û li nava welêt van alîkarîyan bi zikat, sedeqe û fitreyên xêrxwazan kirine û li ser navê weqfê ji temamê xêrxwazan re teşekkur kir.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir