Li Erebistana Siûd ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket 312an
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya rejîma Siûdî ve hatiye belavkirin ji ber Coronavîrusê 10 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 312 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi 2736 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 54 hezar û 752 kesan.(ÎLKHA)