• DOLAR 32.205
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2429.553
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 44 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezarek  û  368 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 149 hezar û 435 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara waqayên nû her ku diçe kêmtir dibe. Feydeya derneketina ji malê gelek zêde ye. Sibe û dusibe jî ji malê dernekevin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir