Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 648 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 648 hezar û 397 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 307 hezar û 755 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 297 hezar û 382yan û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 417 hezar û 903 kesan.(ÎLKHA)