• DOLAR 32.49
  • EURO 34.74
  • ALTIN 2408.345
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 48 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6733yan û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 110 hezar û 767 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  48 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6733 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  110  hezaran û 767an.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir