• DOLAR 32.204
  • EURO 35.17
  • ALTIN 2470.111
  • ...
Ji ber minasebeta meha Remezanê serkirdeyên Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê weşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Peyamên pîrozbahîyê yên meha Remezanê yên ku hatin dayîn wisa ne:

Serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

Hêvîdar im meha Remezanê bibe cihê xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistan, Iraq û hemû mirovahiiyê û bidawîhatina nexweşiyan û asayîbûna jiyanê. Herwiha bidawîhatina teror, tundûtûjî û belavbûna aştî, pêkvejiyan û asûdeyiyê bo hemû mirovahiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Hêvîdarim meha Remezanê bibe cihê qayîmkirina tebayî û derbaskirina astengan

Bi boneya hatina meha Remezanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêvîdarim meha Remezanê bibe cihê qayîmkirina tebayî û derbaskirina astengan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Ez Remezana temamê Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim, bila Remezan bibe, xêr, bereket, rehmetê û xweşiyê bo her kesî û Xwedayê mezin û dilovan, rojî, dua û îbadetên hemiyan qebûl bike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir