Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 367 kesên din jî mirin
Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 524 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 367 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 22 hezar û 524an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin derket li ser 2013 û 24 hezarî.(ÎLKHA)