• DOLAR 32.51
  • EURO 34.782
  • ALTIN 2427.862
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji malbatên feqîr û jar alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Me ji 450 malbatên feqîr re alîkarîya erzaqê kir"

Işik di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew îsal him ji ber meha Remezanê û him jî ji ber vê şoba Coronavîrusê hewl didin xwe bigihijînin wan kesên ku ji ber vê şobê ji karên xwe bûne û muxtacî alîkarîyê ne. Işik dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Di koordînasyona Koma Destekê ya Civakî ya Vefayê ya ku di bin sîwana Walîtîyê de hatiye avakirin de me ji 450 malbatên feqîr re alîkarîya erzaqê kir. Di nav xurekên ku me ji wan re bir de xurekên û erzaqên mîna; rûn, birinc, savar, nîsk, ava bacanan, çay, şekir, makarna hebû. Divê em heqê vê meha Remezanê bidin. Xweda ji bo xêrekî ku di vê mehê de bê kirin 700 qet zêdetir sewabê dide. Pêxemberê ji me re gotiye 'Bi qasî nîv xurmê be jî xwe ji agirê cehnemê muhafeze bikin."

Işik di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir "Em ji vê derê destnîşan kir, em ê wan alîkarîyên ku dê ji teref kesên xêrxwaz ve bên kirin bigihijînin kesên muxtac. Em ji Xwedê dixwazin ku ev meha Remezanê bibe wesîle ku ummeta Îslamê ji van kêşe û zehmetî û problema û nexweşîyan rizgar bibe.Xweda xêra wan kesên xêrxwaz qebûl bike û bereketê têxe nav malên wan. Remezana we bi xêr û bereket be."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir