Serokê Dewleta Fîlîpînan: Wan kesên ku tevdîrên Coronavîrusê îhlal dikin bikujin
Rodtrîgo Duterteyê Serokê Dewleta Fîlîpînan ê ku bi tevdîrên tund tê nasîn fermana kuştina wan kesên ku tevdîrên Coronavîrusê îhlal dikin û problemê derdixin da.
![Serokê Dewleta Fîlîpînan: Wan kesên ku tevdîrên Coronavîrusê îhlal dikin bikujin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/m9NdvFumknNa7k5sKnVhpmoeYQs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/14/seroke-dewleta-filipinan-wan-kesen-ku-tevdiren-coronaviruse-ihlal-dikin-bikujin-fa0c0c99.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Duterte di daxuyanîya ku di televzîyonê da de destnîşan kir, rayedar hewl didin belavbûna şobê bidin sekinandin û pergala tenduristîyê ya ku ber bi hilweşînê ve diçe rizgar bikin ku divê hemû kes di malên xwe de bin û di malê de tevdîrên xwe yên karantînayê bistînin ku ev yek gelek zêde muhîm e.
Duterte di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rewşa li welêt ber bi nebaşbûnê ve diçe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo leşker û polêsan fermana min ev e. Ger problemek hebe, ger tiştekî ku canê însanan têxe xeterê hebe wan bikujin. We fam kir? Bikujin…”(ÎLKHA)