Siyonîstên îşxalker xortên Filistînî desteser dikin
Îşxalerên terorîst û siyonîst zilma xwe ya li ser axên Filistînê didomînin.
Hat ragihandin siyonîstên îşxalker li Taxa Ebu Tayeha girêdayê Sîlvana Qudsa ku di bin îşxala wan de ye di ser çend navnîşanan de girtin û 3 xortên Filistînî pêşî darb kirin û dû re desteser kirin.
Her wisa hat diyarkirin siyonîstên îşxalker li bajaroka El-Îsevîyyê jî xortekî Filistînî desteser kirin.(ÎLKHA)