Li Hatayê qeza: 5 mirî 15 birîndar
Li Îskenderuna navçeya Hatayê TIRa ku frena wê teqîya li wan wesayîtên ku di xala kontrolê de sekinîbûn qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Hatay-Belenê pêk hat.
15 kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)