Enstîtuya Robert Koch: Li Almanyayê heta niha 57 hezar û 298 kes bi Coronavîrusê ketin
Li Almanyayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 66 kesên din mirin.
Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Enstîtuya Robert Kochê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li Almanyayê heta niha 57 hezar û 298 kes bi Coronavîrusê ketin ku ji van 13 hezar û 989 pêketî li Bavyerayê ne.(ÎLKHA)